ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2023
9 hezîran, 2023   23:00

-Hiqûqnas û endamên saziyên sivîl diyar kir ku kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û got dirêjkirina tecrîdê sûcekî dermirovî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas û şîrovekarê siyasî Hisên Naso anî ziman ku piştî hilbijartinên Tirkiyeyê dê çavnebariyên dewleta Tirk li Sûriyeyê zêdetir bibin. Naso bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo rêgirtina li ber planên dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî tifaqê bi Kurdan re bike. (BI WÊNE).

- Bi rihekî hevpar 18 jinên ji navçeya Tirbespiyê di kooperatîfa çandiniyê ya Aboriya Jin de berhemên xwe yê çandiniyê kom dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker qutkirina para Sûriyeyê ya ava Firatê didomîne û encamê de çem zuha û qirêj bûye. Qirêbûna ava çem jî bûye sedema belavbûna nexweşiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê êşên bihabûna kehrebeyê dikişînin. Ji ber ku mûçeyên karmend û karkeran kêm e û kehrebe di rojê de zêdetirî 20 saetan qut dibe. Ev yek bandorê di hemû aliyan de li jiyana welatiyên dike. (BI WÊNE).

ANHA