​​​​​​​HDP’ê  nerazîbûn nîşanî êrişa li Silêmaniyê da

HDP’ê, êrişa çekdarî ya li Silêmaniyê ya dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir û xwest berpirsiyar bên dîtin.

​​​​​​​HDP’ê  nerazîbûn nîşanî êrişa li Silêmaniyê da
9 hezîran, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şermezar kir.

HDP’ê, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev daxuyanî da: “Em sûîqesta li Silêmaniyê ya li dijî endamê Komaleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, bi tundî şermezar dikin. Ev êriş berdewamiya komkujiyên li dijî Nagîhan Akarsel û bi dehan welatparêzên Kurd e. Erka rêveberiya herêmê ye ku tavilê berpirsên vê sûîqestê eşkere bike."