​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê bi mûçeyên xwe dikarin heqê çi qas kehrebeyê bidin?

Welatiyên li herêmên hikumeta Şamê êşên bihabûna kehrebeyê dikişînin. Ji ber ku mûçeyên karmend û karkeran kêm e û kehrebe di rojê de zêdetirî 20 saetan qut dibe. Ev yek bandorê di hemû aliyan de li jiyana welatiyên dike.

​​​​​​​Karmendên hikumeta Şamê bi mûçeyên xwe dikarin heqê çi qas kehrebeyê bidin?
10 hezîran, 2023   04:34
ŞAM-EŞTAR EBDULFETAH

Şam ji tunebûna kehrebeyê ber bi tarîtiya krîza aborî û zehmetiya wergirtina debara jiyanê ve diçe. Ew jî piştî ku kehrebe li kolanên Şamê belav bûn. Hemwextî wê rayedarên hikumeta Şamê ruxsetên bazirganên ampêran rewa kirin.

Gerînendeyê milkan a parêzgeha Şamê Husam Sefor eşkere kir ku fînansmenekî din ji bo rewşa ampêran li herêmên Tedamun, Zahîre, Muxeyem Yermûk serlêdan kir. Her wiha endamekî Meclisa Parêzegeha Şamê Semîr Dekak eşkere kir ku xebata li ser pergala ampêran li gelek sûcên Şamê, mîna Şalan, Hemra û Salihiyê, piştî ruxsetên guncaw wergirtin, dest pê kir.

Piştî hikumeta Şamê di dabînkirina kehrebeyê de ji welatiyên paytextê û parêzgehên Sûriyeyê re bi bin ket, ev girêbest pêk tê. Li herêmên hikumeta Şamê rojê zêdetirî 20 saetan kehrebe qut dibe û buhaya her ampêrekê gihaşt 5 hezar lîreyî.

DI ROJÊ DE SAETEK

Xwendekarê bi navê Mihemed Bêriqdar ê ji Şamê ku refa 12′an dixwîne, li ser rewşa kehrebeyê ya li Şamê û çareserkirina wê li şûna kirîna ampêran axivî û wiha got: "Rewşa kehrebeyê trajedîk e û di rojê de kehrebe tenê saetekê tê. Lê ez wek xwendekarê refa 12′an pêdiviya min bi xwendina dirêj heye. Ez diçim holên ji bo xwendinê hatine kirêkirin da ku bixwînim. Em niha di dema ezmûnên dawî de ne û ev yek çarenûsa xwendekaran diyar dike. Lê hikumet girîngiyê nade pêdiviyên welatiyan. Ji bilî beşek ji civakê tu kes nikare ampêran wergire."

HIKUMET JI ERKÊN XWE DIREVE

Li aliyekî din çalakgerekî ji Şamê nexwest navê xwe aşkera bike, wiha got: "Rewakirina ampêran û reva Wezareta Kehrebeyê ji pabendbûna xwe ya belavkirina kehrebeyê bi awayekî adilane û dabînkirina wê wek mafekî xwezayî ji her welatiyekî/ê Sûriyeyê re li Şamê û herêmên din ên hikumetê valahiyê di nava beşên civakê de çêdike. Ên ku pereyên wan hene, pêdiviya wan bi ampêrekê tune ye, ji ber ku li gel wan gelek rêbazên ronîkirin û kehrebeyê hene. Zexta hikumetê li dijî welatiyên xizan in. Rayedarê Şamê hincetê bi xweşikbûna bajêr dike û basteyên xizanan radike, rizqê wan qut dike da ku jeneratorên bazirganan deynin şûna wan."

Li gorî aborînasan, girêbesta ampêran ferqa çînê di nava gel de zêde dike, her wiha bihabûnê di kel û pelan de çêdike. Li hember wê jî tu tedbîrên guncaw ên bilindkirina mûçeyên karmendan de û pêkanîna siyasetên aborî yên guncaw, ferzkirina buhayên adilane tevî çavdêrî û şopandina kesên gendeliyê di hikumetê de dikin, tune ye.

Her wiha rûpelên li ser medyaya dîjîtal her tim îdia dikin ku ji ber kehrebeyê şewat çêdibin û di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest didin. Beriya du rojan li dikanên sûka Hemîdiyê ya Şamê şewatek çêbû, di encamê de welatî bûn qurbanî.

(fr)

ANHA