Ji duşemê ve deriyê Sêmalka ji nû ve dest bi xebatê dike

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku tenê xebatên beşa têkiliyan û rêxistinên mirovî dê duşemê dest pê bikin.

Ji duşemê ve deriyê Sêmalka ji nû ve dest bi xebatê dike
3 hezîran, 2023   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku xebatên li deriyê sînor tenê di beşên têkiliyan û rêxistinên mirovî de dê duşemê ji nû ve dest pê bikin.

Rêveberiyê eşkere kir ku mekanîzme dê li gorî rêbazên berê be. Yanî derî, dê heftê 3 rojan; şemî, duşem û çarşem ji bo van her du beşan vekirî be.

(dm/şx)