​​​​​​​Çeteyan 2 kamyonên genim li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî dizî

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 kamyonên genim ji cotkarên rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî dizîn.

​​​​​​​Çeteyan 2 kamyonên genim li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî dizî
3 hezîran, 2023   15:19
EYN ÎSA

Çavkaniyekî xwecih ji kantona dagirkirî ragihand ku çeteyên Sultan Murad ên dewleta Tirk a dagirker, 2 kamyonên genim ji cotkarên rojhilatê kantona Girê Spî dizîn.

Heman çavkanî, eşkere kir ku bûyer li nêzî bajarokê Hemam El Turkman ê Girê Spî qewimî ye.

Çavkanî diyar kir ku cotkar bi hêrs û fikar in ku ev bûyer dubare bibe.

(dm/şx)

ANHA