`Tirkiye dê li hember vîna gelên azad bi bin keve`

Kongra Star a bajarê Helebê birîna cezayên dîsplînî li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girankirina tecrîdê ji aliyê desthilata dewleta Tik ve, şermezar kir û bang li jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.

`Tirkiye dê li hember vîna gelên azad bi bin keve`
3 hezîran, 2023   15:15
 HELEB

Piştî zêdetirî 2 salan li ser ferzkirina tecrîda girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re, dewleta Tirk a dagirker bi hiceta cezayên dîsplînî, tecrîd û qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din dirêj kir.

Têkildarî mijarê, Kongra Star a Helebê li pêşiya jêrzemîna 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyek da. Endama rêveberiya komîna şehîd Binefş a Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê Hemîde Îso Hisên bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û partiyan daxuyanî xwend.

Di dauxyaniyê de kongrayê, zihniyeta neteweperest a dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike, bi girankirina tecrîdê, nikare vîna gelên bi fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer, bişikîne.

Kongrayê da zanîn ku dewletên kapîtalîst ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah ditirsin, ji ber ku proje û siyasetên wan tazî dike.

Kongrayê, dirêjkirina dema qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehan şermezar kir û daxuyand ku dewleta Tirk bi vê biryarê, dixwaze rê li pêşiya pêkanîna biryara dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ya ji bo ji nû ve darizandina wî û pêkanîna biryara mafê hêviyê, bigire.

Her wiha kongrayê diyar kir ku dewleta Tirk li hember kurdan bi bin ket û her çiqas hewl bide ku berxwedana gelan û vîna wan a azad têk bibe lê dê bi bin keve mîna di şerê li dijî gerîla û tevgera azadiya Kurdistanê de bi bin ketiye.

Kongrayê bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest keve, têkoşînê mezin bikin.

Di dawiyê de kongrayê, berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir ku ji 25 salan ve li girtîgeha Îmraliyê nîşan dide û berxwedana gelên herêmê ya ku gihaştiye lûtkeyê û got ev têrê dike ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bi azadiya wî re, jin û gel dê azad bibin.

(şx)