`Eşkerenekirina agahiyekê ji aliyê CPT ve binpêkirina peymanên navneteweyî ye`

Endamên meclis, sazî û yekitiyên sivîl ên kantona Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dualiya rêixstinên hiqûqî û navneteweyî şermezar kir. Her wiha diyar kirin ku neeşkerekirina agahiyekê li ser rewşa wî ji aliyê CPT`yê li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

`Eşkerenekirina agahiyekê ji aliyê CPT ve binpêkirina peymanên navneteweyî ye`
3 hezîran, 2023   13:46
ŞEHBA

Bi dehan endamên meclis, sazî û yekitiyên sivîl ên kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya Parka Serok Apo ya li gundê Til Sûsîn ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Reşîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî û siyasetên dijminane yên li dijî gelê Kurd di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de berdewam in hatin şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku ferzkirina tecrîdê ji bo şikandina vîna Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina fikr û felsefeya wî nîşaneya têkçûn û bikeftina hesabên komplogeran e.

Di daxuyaniyê de îşaret bi serdana CPT`yê ji bo girava Îmraliyê hat kirin û hat gotin: “CPT, serdana Îmraliyê kir lê tu daxuyanî der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan neda. Ev helwesta wê, qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û xizmeta çareseriya aştiyane nake lê belê xizmeta siyaseta dîktatoriyê û kaptîlazîmê dike. CPT ne serbixwe ye ji ber ku nûnertiya ajandeyên dewletan û berjewendiyên wê dike.”

Di daxuyaniyê de dûrûtiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî û dualiya wan hatin şermezarkirin û bang li aliyên têkildar hat kirin ku erkên xwe yên qanûnî û mirovî li hember Rêber Abdullah Ocalan bînin cih.

(dm/şx)

ANHA