​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lihevkirina Siûdiyê-Misirê guhertinekê di rewşa Ereban de çêdike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa lihevkirina Siûdiyê-Misirê û aloziya li Yemenê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lihevkirina Siûdiyê-Misirê guhertinekê di rewşa Ereban de çêdike
3 hezîran, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê “Ebû El Xeyt: Lihevkirina Siûdiyê-Misirê guhertineke cewherî di rewşa Ereban de çêdike” danî û wiha nivîsî: “Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyt diyar kir ku lihevkirina di navbera Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û hin welatên din ên Ereban de, bi taybet welatên li bakurê Afrîkayê, dibe ku guhertineke cewherî di rewşa giştî ya erebî û li cîhana derve de çêke.

Ebû El Xeyt destnîşan kir ku hatina cem hev a Misir û welatên Kendavê di salên piştî pêvajoya 2011`yan de, bandoreke mezin li rewşa erebî dike û got: “Têgihîştineke erebî ya mezin heye der barê girîngiya karê erebî yê hevbeş ji bo rizgarkirina herêmê.”

Ebû El Xeyt hêvî kir ku reftara Sûriyeyê li hember Komara Erebî baş be û wiha pê de çû: “Ji ber ku Komara Erebî îradeya welatên Ereban nîşan dide. Hin dewletên Ereban di 2011-2012`an de hin helwest nîşan dabûn, ji ber wê êş hatin kişandin û bû sedema destwerdanên biyanî li Sûriyeyê. Rewşa Sûriyeyê zehmet e û ji piştî 2011`an de hê jî jê xilas nebûye.”

'CIVÎNA CINÊVÊ: HEWLDANEKE DA KU MUXALIF XWE KOMÎ SER HEV BIKIN'

Der barê civîna Cinêvê de rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Piştî têkçûyîna ku bi salan dewam kir û bi cemidandina hewlên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi dawî bû, opozîsyon bi hemû pêkhateyên xwe hewl didin 'Desteya Dan û Standinan' ji nû ve saz bikin. Ji ber vekişandina piraniya tevgeran jê, opozîsyonê ev deste ji dest da. Opozîsyon bi vê yek hewl dide li gel guhertinên siyaseta herêmî ya têkildarî Sûriyeyê xwe ji bo pêvajoyeke nû amade bike.

Îro (şemiyê) û sibe (yekşemê) komeke nûnerên pêkhateyên opozîyona Sûriyeyê li Cinêvê ya Swîsrayê tên gel hev û bi hêvî ne ku li ser jinûve sazkirinna 'Desteya Dan û Standinan' li hev bikin. Diyar e ku opozîsyon ji vê yekê xwe ji bo jinûve aktîfkirina xeta navneteweyî ya cemidanî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê amade bike.''

′LI YEMENÊ NÎŞANEYÊN NÊZÎKBÛNA LIHEVKIRINA AŞTIYÊ’

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Yemenê de wiha nivîsand: "Agirbesta li Yemenê dikeve sala xwe ya duyemîn. Hemwextî wê yekê navbeynkarên navneteweyî û herêmî peywendiyên xwe zêde kirine û nîşaneyên nêzîkbûna îmzekirina agirbesteke giştî ji bo sekinadina şer heye.

Çavkaniyên siyasî yên Yemenê da zanîn ku balyozên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û navbeynkarên herêmî hevdîtinên xwe bi aliyê hikumetê re zêde kirine, ji bo hûrgiliyên lihevkirinê nîqaş bikin. Navbeynkarên herêmê jî hevdîtinên xwe bi nûnerên milîsên Hûsiyan re zêde kirin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku reşnivîsa ku di Nîsana borî de hatibû pêşkêşkirin, hîna di nîqaşan de ye, lê tiştê niha tê nîqaşkirin zêdekirin an guhartina hin bendan e, da ku bigihînin agirbesteke giştî û dozên siyasî werin çareserkirin."

(ekîb-c)