​​​​​​​Dewleta dagirker deverên li Başûrê Kurdistanê bombe kirin

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên girêdayî bajarokê Amêdiyê û Çiyayê Garê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

​​​​​​​Dewleta dagirker deverên li Başûrê Kurdistanê bombe kirin
3 hezîran, 2023   07:36
NAVEND NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saetên sibehê de gundê Sêgirê yê li devera Nihêlê û Çiyayê Garê li nêzî bajaroka Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê agir bi eraziyê deverê ketiye. Agir hê jî nehatiye vemirandin.

Di nava vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku gundê Sêgirê ya li devera Nihêlê tê bomberankirin.

(c)