Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir

Li 4 fakulteyên Zanîngeha Rojava ezmûnên pratîk ên xwendekaran dest pê kirin. Tê payîn ku ezmûnên teorîk 12`ê Hezîranê werin çêkirin.

Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir
Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir
Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir
Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir
Li Zanîngeha Rojava ezmûnan dest pê kir
3 hezîran, 2023   07:54
QAMIŞLO

Li Fakulteyên Zanistên Xwezayî û Teknolojî, Endezyariya Avahîsaziya Ekolojîk, Endezyariya Petrol û Petrokîmyayê û Endezyariya Çandiniyê yên Zanîngeha Rojava ezmûnên pratîk ên qonaxa duyemîn dest pê kirin.

Navendên van fakulteyan li bajarokê Rimêlan û bajarê Qamişlo û Hesekê ne.

Ezmûnên pratîk di 8`ê Hezîranê de bi dawî dibin. Di 12`ê Hezêranê de jî ezmûnên teorîk dest pê dikin û di 25`ê Hezîranê de dê bi dawî bibin.

(sb/c)

ANHA