Washington û Riyadê dan û standinên Cedayê taloq kirin

DYA û Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku ′dan û standinên aştiyê′ yên li Cedayê yên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de taloq kirine.

Washington û Riyadê dan û standinên Cedayê taloq kirin
2 hezîran, 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî û Dewleteyên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh têkildarî binpêkirinên agirbestê û Danezana Cedayê ji hêla hêzên çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve fikarên xwe anîn ziman.

Çapemeniya Siûdiyê li ser zimanê Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê got binpêkirinên agirbestê zirar bi welatî û gelê Sûdanê kir, her wiha li pêş gihandina alîkariyên mirovî û vegera xizmetguzariya bingehîn asteng e.

Wezaretê diyar kir ku dema alî cidiyeta pêkanîna agirbestê nîşan bidin, dê her du rêveçûn nîqaşên ji bo çareseriya krîzê ji nû ve dest pê bikin.

DYA′yê cezayên dîplomatîk û aborî li her du aliyên dijber ên Sûdanê birîbûn.

(fr)