Rojnameyên erebî: Ji bo bawerkirina YE′yê bi Şamê, pêdivî bi ‘siyaseta gav bi gav’ heye

Rojnameyên erebî bal kişand ser hewldanên Ereban ên têkildarî Sûriyeyê, krîza Sûdanê û rewşa Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Ji bo bawerkirina YE′yê bi Şamê, pêdivî bi ‘siyaseta gav bi gav’ heye
2 hezîran, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî hişt ku NY tevgerên dîplomasiyê ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê zêde bike û ′xebata aştiyê′ pêk bîne. Ew yek di demekê de ku xebatên vekirina ji bo Şamê ji aliyên herêmî û navneteweyî ve tên kirin, pêk tê.

Di vê çarçoveyê de nûnerê navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku civîna Moskovê ya çaralî, civîna Emanê, biryara vegerandina Şamê li Komkara Erebî, biryara avakirina komîteya wezaretê ya Ereban û beşdariya serok Beşar Esed di lûtkeya Cedayê de şertgirî li ser girîngiya vegerandina diyalogê ji bo Sûriyeyê bi rêya hewldanên aliyên herêmî û navneteweyî yên di dosyaya Sûriyeyê de aktîf in, da.

Li gorî çavkaniyan ji El Beyan re gotine, komeke Ereban ji bo bawerkirina YE′yê bi Şamê re xebatan dike, lê pêdivî li gorî lihevkirina di lûtkeya Cedayê de bi siyaseta ′gav bi gav′ heye."

′CEZAYÊN DYA’YÊ LI LUBNANÊ WEKHEVIYÊ ÇÊDIKIN’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsand: "Duh, Koşka Spî ragihand ku dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cezayên aborî yên nû li ser aliyên tundiyê li Sûdanê pêk tînin, ferz bike. Ev helwest di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên pabendî agirbestê ne û artêşa Sûdanê de ku ji dan û standinên agirbestê vekişîne, wekheviyê çêke.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî Jake Sullivan got kiryarên tundiyê yên li Sûdanê êş û azaran çêdikin û divê rawestin. Lê tu hûrgiliyên têkildarî cezayan eşkere nekirin."

‘SEROKÊ PARLAMENTOYA LUBNANÊ; DIVÊ HERÎ KÊM 2 NAMZETÊN SEROKATIYÊ HEBIN’

Rojnameya Şerq El Ewset li ser dosyaya serokatiyê ya Lubnanê wiha nivîsand: "Serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî ji bo vexwendina rûniştina hilbijartina serokê komarê şertek danî. Ew jî herî kêm 2 namzetên nû ji bo serokatiyê werin ragihandin. Ew yek bersiva zext û gefên hundirîn û derve ye.

Berî wesifandina gefê red kir û got deriyên Meclisa Nûneran li pêş rûniştina hilbijartina serokê komarê nayê girtin, ger herî kêm ji bo serokatiyê 2 namzet hatin ragihandin. "

(fr)