​​​​​​​Bertekên li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde dibin

Meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê biryara ferzkirina ′cezayên dîsplînê′ ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî azadî, aştî û demokrasiyê ye.

​​​​​​​Bertekên li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde dibin
​​​​​​​Bertekên li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde dibin
​​​​​​​Bertekên li dijî biryara qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re zêde dibin
1 hezîran, 2023   12:26
HESEKÊ

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî biryara dewleta Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ya heta 6 mehên din, hêrsa xwe anî ziman. Piştî meclisên malbatên şehîdan ên Qamişloyê, meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê jî daxuyanî da.

Hevseroka Meclisa Malbtên Şehîdan a Til Temirê Çinar El Salih, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim El Salim, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Elî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Emel Sîno bi beşdariya malbatên şehîdan daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin hemwextî bidawîbûna hilbijartinên Tirkiyeyê Erdogan siyasetên xwe yên çewisandin, destwerdana li kar û barên herêmê û zextên li ser vîna gelê herêmê, herî dawî jî li ser Wargeha Mexmûrê dewam dike lê penaberên Mexmûrê jî dê mîna li çiyayên Kurdistanê, Rojava û Şengalê bi ser bikevin.

Di daxuyaniya meclisan de hate destnîşankirin ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de komploya li dijî gelê Kurd dewam dike. Dewleta Tirk li hundirê girtîgehê cezayên giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û ji mafên herî hêsan bê par dike.

Meclisan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan ê xwedî projeya biratiya gelan bi rêya ferzkirina tecrîdê û qedexeya hevdîtinê şerê taybet pêk tîne.

Meclisan ′cezayên dîsîplînê′ yên heta 6 mehên din û dewama tecrîdê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku sûc û kiryarên li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, bi dawî bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyan de malbatên şehîdan got dê têkoşîn û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

(fr)

ANHA