Encamên dawîn ên tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê

Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê encamên dawîn ên tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku di 28'ê Gulanê de çêbibûn, eşkere kirin.

Encamên dawîn ên tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê
1 hezîran, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, di tûra duyemîn de li nava welêt 52 milyon hilbijêrî dengê xwe daye.

Rêjeya dengdanê ji sedî 85,72 bû, Erdogan bi 27 milyon 834 hezar û 589 dengan bû serokkomar.

Yener diyar kir ku Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18 ê dengan, Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82 ê dengan wergirtin.