​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin

Meclisên Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ′cezayên dîsplînê′ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bidomînin.

​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
​​​​​​​Meclisên Malbatên Şehîdan ′cezayên dîsplînê′ şermezar kirin
1 hezîran, 2023   10:12
QAMIŞLO

Dewleta Tirk biryareke nû ya qedexeyê li Rêber Abdullah Ocalan birî. Li gorî wê ne malbat ne jî parêzer heta 6 mehên din nikarin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin. Têkildarî vê yekê meclisên navçeyên Qamişloyê; Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Birak, Amûdê, bajarên Qamişlo û Dêrikê daxuyaniyeke hevbeş da.

Endamên meclisên malbatên şehîdan li pêş avahiyên xwe bi beşdariya malbatên şehîdan daxuyanî xwendin.

Li Dêrikê Mehmûd Ehmed, li Til Koçerê Yasîn Kino, li Çilaxa Husam El Hisên, li Tirbespiyê Egîd Hesen, li Til Birakê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weid Ilêwî û li Amûdê Sewsen Hisên daxuyanî xwendin.

Li Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi zimanê kurdî Şêrîn Ehmed û bi zimanê erebî Fatme Casim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hemwextî bidawîbûna hilbijartinên Tirkiyeyê Erdogan siyasetên xwe yên çewisandin, destwerdana li kar û barên herêmê û zextên li ser vîna gelê herêmê, herî dawî jî li ser Wargeha Mexmûrê dewam dike lê penaberên Mexmûrê jî dê mîna li çiyayên Kurdistanê, Rojava û Şengalê bi ser bikevin.

Di daxuyaniya meclisan de hate destnîşankirin ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de komploya li dijî gelê Kurd ji 25 salan ve dewam dike. Dewleta Tirk li hundirê girtîgehê cezayên giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û ji mafên herî hêsan bê par dike. Bi vê yekê hewl dide vîna gelê Kurd têk bibe.

Meclisan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan ê xwedî projeya biratiya gelan bi rêya ferzkirina tecrîdê û qedexeya hevdîtinê şerê taybet pêk tîne.

Meclisan ′cezayên dîsplînê′ yên heta 6 mehên din û dewama tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku sûc û kiryarên li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, bi dawî bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyan de meclisan bang li azadîxwazên cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên li Îmraliyê derkevin. Dê malbatên şehîdan têkoşîn û çalakiyên xwe yên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

Bi dirûşmên ′Bê Serok jiyan nabe′ daxuyanî bi dawî bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/33QbAt6PbE4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>