QSD: Hevalê me Amed Enteriyê tev li karwanê nemiran bû

QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Kadar Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) dema erka xwe bi cih dainî, di encama qezayê de şehîd bû.

QSD: Hevalê me Amed Enteriyê tev li karwanê nemiran bû
1 hezîran, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye.

“Hêzên me ji roja damezirandina xwe ve li seranserê cografiyaya Sûriyeyê dest bi têkoşîna dijî hemû rengên teorê kir, hemû derfetên xwe ji bo wê seferber kir, mezintirîn rêxistinên terorîst di dîrokê de (DAIŞ) têk bir û cîhan ji hovîtiya wê xilas kir.

Hêzên me di radeya yekemîn de girîngî da pêkanîna erk û berpirsiyariyên xwe û berdewamkirina têkoşînê. Ji bo wê şervanên me lehengiyek û berxwedanek bê hempa nîşan da. Di hemû operasyonên di salên borî de hatine destpêkirin û heta niha, gelek şervanên me canên xwe oxirî azadiya welatê xwe, parastina ewlehiya gelê xwe ji terorê û ji êrişan, kirin.

Em îro jî şehadeta hevrêyê xwe Amed Enteriyê (Kadar Ebdurehîm Îsa) radigihînin. Hevrê Amed dema li ser erka xwe bû, di encama qezayê de şehîd bû.

Hevalê me Amed ji zû de cihê xwe di nava refên hêzên me de girt. Li kêleka têgihîştina wî ya siyasî û zanabûna çandî, di mijarên leşkerî de jî pirspor bû. Di dewreyên perwerdeyê yên ku tev lê bûye de ye, taybetiyên şervanê berxwedêr û bi hêz wergirtin. Beşdarî piraniya operasyonên leşkerî yên hêzên me bû, di nav de Berxwedana Kobanê, rizgarkirina Kobanê û gundewarê û bajaroka Sirînê (2015), Til Hemîs (2015), Til Birak (2015), Pêngava Şehîd Rûbar a rizgarkirina gundewarê Qamişlo, Kobanê û vekirina rêya di navbera her du bajaran de (Gulana 2015), hemleya rizgarkirina Şedadê (2016), hemleya rizgarkirina Minbicê (2016), hemleya rizgarkirina Tebqayê (2016), hemleya rizgarkirina Reqayê (2017), herî dawîn jî şerê tunekirina terorê « rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji terorê » (2018). Her wiha tevî hevalên xwe di veguhestina êzidiyan bo herêmên Rojava û vekirina koordîneke ewle, rizgarkirina êzidiyan ji DAIŞ`ê jî rolek girîng lîst.

Hevrê Amed di wan operasyonan de du caran birîndar bû. Carekê dema ku erebeyek bombebarkirî ya DAIŞ`ê pê de teqiya ji pişta xwe birîndar bû. Piştî wê carek din vegeriya eniyên şer û carek din ji  serê xwe birîndar bû.

Di hemû operasyonan de lehengiyek mezin raber kir, çi bi çeka xwe ya pir jê hez dikir (doçka), çi jî wekî ajokar. Ew bê tirs, bê teredud hemû cureyên piştgiriya leşkerî û lojîstîkê digihand hevalên xwe yên li eniyên şer. Her wiha birîndar radikirin nexweşxaneyan. Di pêkanîna erkên xwe yên leşkerî de fedakariyek mezin nîşan da û kesayet û helwestên xwe yên leşkerî û siyasî bi pêş xistin. Ruhê wî hevaltiyê her li pêş bû. Lewam tev li hêzên Komandosê bû û bû ji bo hemû hevalên li kêleka wî şer kirine û kesên ku ew nas kirine, bû nimûneya fedkarî, îlham û dilnizmbûnê.

Em sersaxiyê didin malbata şehîd û hemû malbatên şehîdên xwe. Em soza xw ji bo wan nû dikin, ku em ê armanc û hêviyên wan ên welatekî ewle û aştiyan pêk bînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Amed Enteriyê

Nav û Paşnav: Kadar Ebdurehîm Îsa

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Ebdurehîm

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo-1997

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-30`ê Gulanê-2023.”

(c)