Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
1 hezîran, 2023   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, ku di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê de.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê têne girtin, hem serî li dozgeriyê hem jî serî li girtîgehê da.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.