Dayikên şehîdan: Divê artêşa Iraqê li şûna dorpêçê mexmûriyan biparêze

Dayikên şehîdan desteka xwe ji berxwedana niştecihên Mexmûrê re nîşan da û hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê şermezar kirin û got ji dêvla artêşa Iraqê wargehê dorpêç dike, divê biparêze.

Dayikên şehîdan: Divê artêşa Iraqê li şûna dorpêçê mexmûriyan biparêze
1 hezîran, 2023   08:07
HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN

Artêşa Iraqê hewldanên xwe yên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê ji 20′ê Gulanê ve dewam dike. Lê welatiyên wargehê li dijî van kiryaran berxwedanê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Xalîse El Hesen, dayika şehîd Enwer El El Elo yê di pêngava Şedadê ya 2016′an de şehîd bûbû, dorpêça li dijî welatiyên Wargeha Mexmûrê şermezar kir û wiha got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ji hêla artêşa Iraqê ve bi tundî şermezar dikin."

Xalîse wiha domand: "Armanca dorpêça li dijî penaberên Mexmûrê careke din koçber bin."

Xalîse di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember van kiryarên li dijî Wargeha Mexmûrê derkevin.

Li aliyekî din jî Sultane Seîd, dayika şehîd Qehreman Elî yê di 2015′an de li Eyn Îsayê şehîd bû hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê şermezar kirin û wiha got: "Erka artêşa Iraqê welatiyên wargehê biparêzin, ne ku careke din bidin koçberkirin."

Sultane wiha dawî li gotina xwe anî: "Em malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi welatiyên xwe yên Mexmûrê re û bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dikin ku dorpêç bi dawî be."

(fr)

ANHA