Ciwanên Til Koçer tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Ciwanên navçeya Til Koçer ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û soz da ku têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Ciwanên Til Koçer tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir
31 gulan, 2023   19:56
​​​​​​​QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya Delê ya navenda navçeyê dest pê kir û li nav kolanên wê geriya û ber bi parka Rêber Abdullah Ocalan ve bi rê ket. Tê de bi dehan ciwan û şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Li wir, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya navçeyê Elaa Salih El Elî der barê rola Rêber Abdullah Ocalan di yekkirina pêkhateyên herêmê di bin siya neteweya demokratîk de anî ziman û got: "Li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ji aliyê pergalên zordest ve tê meşandin, ku ew hewl didin ji bo pêkanîna armancên xwe kirîzên herêmê kûrtir bikin."

El Elî bang li ciwanan û hemû pêkhateyan kir ku rêya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û asta têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin.

Xwepêşandan bi siloganên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh)

ANHA