Ji ber girtina Sêmalkayê hunermandan nekarî tev li pêşangehê bibin

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an ji pêşangehên borî cuda bû ku rêjeya beşdariyê zêdetir bû, lê girtina deriyê Sêmalkayê ji aliyê PDK`ê, nehişt gelek hunermend ji derveyî herêmê tev lê bibin.

Ji ber girtina Sêmalkayê hunermandan nekarî tev li pêşangehê bibin
31 gulan, 2023   06:33
QAMIŞLO

Duh Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an ku 28`ê Gulanê li Qamişlo li dar ketibû, bi xelatkirina 109 hunermendan bi dawî bû. 

Pêşangeh di çarçoveya Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`an de li dar ket û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desteyên çandê yên herêmên Cizîrê û Firatê di 20`ê Gulan de li dar xist.

Di pêşangehê de 109 hunermendan berhemên xwe pêşandan.

Şêwekar Emîn Ebdo ku beşdarî pêşangehê bûbû ji ajansa me re wiha axivî: "Em rêbazên nû di wênexêziyê de dibînin. Ev pêşangeh jî xwe dispêre tecrubeyên her heft pêşangehên borî. Lidarxistina pêşangeheke wiha gaveke pir girîng e."

Emîn Ebdo ku peykerê şehîd Yûsif Gulo çêkiribû, di dawiya axaftina xwe de pêşerojeke baştir ji bo hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêvî kir.

Her wiha, cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen piştrast kir ku îsal li gorî pêşangehên salên borî rêjeya beşdariyê gelekî baştir e.

PDK RÊ NADE HUNERMENDAN KU BEŞDARÎ PÊŞANGEHÊ BIBIN

Ronahî Hesen got: “Ez xemgîn bûm ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) deriyê sînor li pêşiya hunermendên ji derveyî herêmê girt û nehişt ew beşdarî pêşangehê bibin.”  

Ronahî Hesen têkildarî mijarên ku hunermendan nîşan dane got: "Berê hunermendan giranî dida şoreş û xwezayê, lê belê îsal li ser zehmetiyên gel, berxwedana wî û her wiha mijarên berê bû."

Ronahî diyar kir ku ji bo cara yekemîn hunermend ji Dêrazorê û ji bo cara duyemîn jî hunermendên herêmên Tebqa, Reqa û Minbicê tev li pêşangehê bûn.

(mh/şx)

ANHA