​​​​​​​Tevgera Siûdiyê ya ber bi Lubnanê ve û têkiliya wê bi Îranê re

Di danezana Cedayê de ku ji lûtkeya Ereban derketiye, banga diyalogê, hilbijartina serokkomarekî nû, birêxistinkirina karê saziyan û reformê li lubnaniyan hat kirin. Serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî jî di axaftina xwe de daxwaza nexşerêyekê ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî û rêgirtina li anîna narkotîkê ji bo welatên Ereban kir.

​​​​​​​Tevgera Siûdiyê ya ber bi Lubnanê ve û têkiliya wê bi Îranê re
31 gulan, 2023   08:12
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Lubnan yek ji rojevên lûtkeya li Cedayê bû. Lê belê piştî lûtkeyê bi taybet di hundirê Lubnanê de tu nîşaneyên ku dê hêzên siyasî yên Lubnanê yên dûrî diyalogê, guh didin encamnameya lûkteyê, tune ne.

Li gorî çavdêran, dibe ku piştî lûtkeya Ereban û lûtkeya Siûdî-Sûriyeyê ku dê hemwextî wê yan piştî wê were lidarxistin, tevgereke erebî ya aktîf û giştî, nexasim tevgereke Siûdiyê bi taybet di mijara Lubnanê de çêbe, da ku biryarên lûtkeyê û di serî de mijara hilbijartina serokkomar wekî gaveke sereke ji bo avakirina desthilateke nû, pêk bînin. Lê, gelo dê kengî serokkomarekî nû li Lubnanê were hilbijartin? Helwesta Riyadê li hember wê yekê çi ye? Têkiliya wê bi lihevhatina Siûdiyê-Îranê re çi ye?

Heta beriya demekê, balyozê Siûdiyê Welîd El Buxarî gelek caran ji rêveberên hikumetê, parlamento û partiyan re got biryara hilbijartina serokkomarekî nû ya lubnaniyan e û divê bi biryareke herêmî û navneteweyî pêk were û destnîşan kiribû ku divê blokên parlamentoyê 2 namzetên nû ji bo xebatên hilbijartinê li gorî destûr û demokrasiyê hilbijêrin.

Dûrî taybetmendiyên namzetan ên ku behsê dikin, El Buxarî di helwestên xwe de tu nav pêşkêş nekirin û destek neda tu aliyan li ser hesabê aliyekî din. Ev jî li gorî helwestên wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan e ku di vê dawiyê de serdana Beyrûtê kiriye.

Li ser vê bingehê, çavdêran li hember hewlesta El Buxarî ya “xwedûrxistinê” bi fikar in ku dibe ew helwest nêzîkbûna Siûdiyê û Îranê û bêalîbûna wan a li hember mijara hilbijartina serokkomar, biguherîne. Ji ber ku ne hêsan e, ev siyaset erêniyekê bi xwe re bîne û valahiya serokatiyê ya nêzî 7 mehan bi dawî bike. Ev yek dihêle hemû lubnanî bikevin krîzeke kûr.

Der barê navên ku ji bo namzetiya serokkomariyê hatine pêşniyarkirin de, rojnamevanê lubnanî Wejdî El Erîdî destnîşan kir ku wezîr Cîhad Azûr ji pêşbirkê derketiye. El Erîdî got dê serokkomar li gorî daneyên navneteweyî yên heyî, di Hezîranê de were hilbijartin.

El Erîdî ji ajansa me re axivî û got: "Li gorî daneyan û hin berpirsên ji welatên Kendavê, dê serokkomar di Hezîranê de were hilbijartin. Ew jî li ser bingeha gelek mijaran e, ya sereke jî ew e ku hin namzetên sereke hene, Silêman Ferenciyê û fermadarê artêşê jî di nava wan de ne.”

El Erîdî wiha axaftina xwe domand: "Dê hilbijartinên serokkomariya Lubnanê bi desteka Siûdiyê, welatên Kendavê û aliyên navneteweyî be û dê Lubnan bikare bi pêş bikeve, nemaze jî ew li ber mewsima havînê û geştyariyê ye. Lê belê ger ev birêxistinbûn ma û hesabên şaş dewam kirin, dê gel vê rêxistinê têk bibe. Ji ber ku êdî zehmetiyên rojane yên welatiyan dê neyên tehemûlkirin.”

El Erîdî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê muxalif an jî yên ku navên wan muxalif in, li ser namzetekî li hev bikin. Divê xiristiyan tecrubeya hilbijartinên parlamentoyê yên 1992′yan dema ku hilbijartin boykot kirin, dubare nekin.”

(fr/c)

ANHA