Rojnameyên erebî cih da cezayên Amerîkayê yên li dijî Şamê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da helwesta Amerîkayê ya li hember hikumeta Şamê, krîza Lîbyayê û şerê li Sûdanê.

Rojnameyên erebî cih da cezayên Amerîkayê yên li dijî Şamê
31 gulan, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî hikumeta Şamê ferz kirine, wiha nivîsand: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh ceza li 2 şîrketên sûriyeyî yên xizmetguzariyên darayî birîn. Amerîkayê diyar kir ku ew her du şîrketên ceza li wan hatiye birîn, alîkariya hikumetê dikin da ku xwe bigihîne pergaleke darayî ya cîhanî û bi vê yekê cezayan binpê dikin. Ji dema vegerandina Şamê li Komkara Erebî ve, ev tevgera yekemîn a Washingtonê ya li dijî hikumeta Şamê ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê şîrketên ‘Fadil’ û ‘Edhem’ ên pereyan tawanbar kirin ku alîkariya hikumeta serok Beşar Esed û hevalbendê wî Hizbullah a Lubnanê û Feyleq El Quds a Îranê ku baskê derve yê Pasdarên Îranê ye, dikin.

Di demekê de ku dewletên Ereban careke din Sûriye di Komkara Erebî de qebûl kir, ev ceza hatin birîn.”

′LÎBYA: TEVLIHEVÎ PARÇEBÛNÊ ZÊDE DIKE′

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: "Lîbya derbasî pêvajoyek nû ya şer bû, sernavê vê pêvajoyê ′parçebûnên zêde′ ye. Li Terablus û Misratayê tevlihevî zêdetir bûye.

Hikumeta Terablusê, êrişên hewayî yên li dijî komên qaçaxiya sotmeniyê, bazirganên narkotîkê, bazirganên mirovan li herêma beravê ya rojavayê welat, girtin ser xwe. Di encama wan êrişan de 2 kes hatibûn kuştin û hinek din jî birîndar bûbûn.

Meclisa Nûneran a Lîbyayê ku navenda wê li rojhilatê welat e, diyar kir ku Terablus îdia dike ku bombebaran ji bo têkoşîna li dijî qaçaxiyê ye, lê belê ew bombebaran ji bo tesfiyekirina hesabên siyasî ye.

Çend saet piştî şerê di navbera “Hêzên Redî” (hêzên bersivdayînê) û Lîwaya 444 ên alîgirên hikumeta Ebdulhemîd Debîbe de, li paytexta Lîbya Terablusê dengê çekan hat bihîstin.

Ji ber şerê ku şeva yekşemê rû daye û derbasî gelek bajarên Lîbyayê bûye, gelek welatiyên Terablusê birîndar bûn.

Li Dergeha Emsaid a nêzî sînorê Misirê jî di navbera welatiyên herêmê û hêzên parêzvanên sînor de şerekî dijwar derket. Di encamê de hejmareke wesayîtên leşkerî hatin şewitandin û ji bo kontrolkirina rewşê sewqiyatên leşkerî pêk hatin.

Ev tevlihevî ji ber nerazîbûna xelkê herêmê li dijî bombebaran ku li gelek deverên bajarê Zawiye pêk hatiye, çêbû.

Şîrovekar dibêjin ji van tevliheviya diyar dibe ku gelek pirsgirêk di navbera aliyên dijber de hene ku dibe welat ber bi krîzeke nû ve bikişînin.”

′EL BURHAN ÎŞARETÊ BI HÊZA KUŞTINÊ YA LI DIJÎ HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN DIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset der barê rewşa Sûdanê de wiha nivîsî: "Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan ku ji destpêka şerê li Sûdanê ve anku ji beriya 7 hefteyan ve ev cara duyemîn e derdikeve, got hêzên çekdar hîna hêza kuştinê bi temamî bi kar neaniye, da ku welat wêran nebe. Lê belê ger Hêzên Piştevaiya Lezgîn guh nedin yan jî bersiv nedin ew ê neçar bin hêza xwe bi kar bînin.

El Burhan dema çavdêriya hêzên xwe dikir de got artêşê li ser agirbestê erê kir da ku bikeve xizmeta welatiyan. Her wiha El Burhan helwesta piştgiriya gel bi artêşê re ruxmî êşên wan ên nêzî 2 mehan ve, pîroz kir. El Burhan destnîşan kir ku dê hêzên çekdar ji bo şer amade bin heta bi ser dikevin. Ew tevahî cihên leşkerî yên li Sûdanê kontrol dikin û Hêzên Piştevaniya Lezgîn nikarin welat kontrol bikin û serkeftin nêzîk e."

(fr/c)