ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-5-2023
30 gulan, 2023   23:00

Jinên ereb destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan a rizgariyê, bandor li kesayeta wan û rola wan di civakê de kiriye. Jinan bang li jinên cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bajarokê Girbawî nimûneya hevgirtina civakî û jiyana komînal a hevbeş e, ku bi hatina werza çinînê re her kes ji bo parastinê ketin seferberiyê û destnîşan kir ku parastin erka her kesî ye ne tenê ya hêzên ewlekariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbateke sûriyeyî piştî rêwîtiya koçberiyê li Lubnanê ku 6 salan dom kiriye, ji Lubnanê hat koçberkirin û xwe spartin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên aram. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên herêmê di van rojan de genim dişînin embarên Rêveberiya Xweser. Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Çandinî diyar kir ku wergirtin bêyî astengî dewam dike û dayîna pereyên cotkaran dê dereng nemîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî da ku nifşeke tundraw li herêmên dagirkirî tê gihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya 8`an de ji 7 pêşangehên borî cuda bû ku rêjeya beşdariya tê de zêdetir bû û mijarên wê berfirehtir bûn. Hunermendan bi berhemên xwe dibistanên kilasîk der bas kirin. Lê girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK`ê, nehişt ku gelek hunermend ji derveyî herêmê tev li pêşangehê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di danezana Cedayê de ku ji lûtkeya Ereban derketiye, banga diyalogê, hilbijartina serokkomarekî nû, birêxistinkirina karê saziyan û reformê li lubnaniyan hat kirin. Serokê hikumeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî jî di axaftina xwe de daxwaza nexşerêyekê ji bo vegerandina penaberên sûriyeyî û rêgirtina li anîna narkotîkê ji bo welatên Ereban kir.

Sultanê Umanê Heysem Bîn Tariq çend roj piştî serdana Misirê, di 29`ê Gulanê de serdana xwe ya li Îranê bi dawî kir. Tê gotin ku Uman însiyatîfekê ji bo vegerandina têkiliyên Misir û Îranê bi rê ve dibe.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amdûrê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê merasîmek li goristana Şehîd Îsmaîl li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akademiyên TEV-DEM`ê Kombûna Fikrî ya Yekemîn bi dirûşma “Birêxistinkirina kes û civak li gorî fikrê aborî ya komînal rêya bidestxistina hevjiyana azad e” li hola Mişwar a Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şoreşa keziyan panelek bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” li hola Reşo ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Baxçeya Hêvî ya zarokên astengdar pêşangeha wêneyan a zarokan avahiya baxçeyê ya li Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA