​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê

Mecisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan semînerek da.

​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê
​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê
​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê
​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê
​​​​​​​Li Til Birakê semînereke li ser tecrîdê
30 gulan, 2023   12:36
QAMIŞLO

Mecisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê ya Qamişloyê semînerek bi navê ′Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bilind bikin′ da. Semîner bi beşdariya dehan şêniyên Til Birakê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li hola meclisê hate dayîn.

Di semînerê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weed El Ilêwî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, mehrûmkirina wî ji tevahî mafan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî şermezar kir.

Weed wiha axivî: "Hîna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel veşartina agahiyan ji parêzer û malbata wî, dewam dike. Ev reftar hêmanên exlaqî binpê dike û dûrî mafên mirovahiyê ye, her wiha rastiya dewleta AKP′ê û MHP′ê û paşxaneya wan pergala hegemonyayê û kapîtalîzmê eşkere dike."

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Şuca El Hesir jî got fikrê Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya dozên bigirêk e û wiha domand: "Ramanên Rêbertî rêya me ronî dikin û jidayikbûna wî sembola avakirina civaka demokrat e ku tê de jin û mêr hev du bi awayekî xwezayî temam dikin."

El Hesir wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke her tim bi mirovahî û çawaniya pêşxistina wê ve mijûl bû û li ser rastiya lêkolîn kir, her wiha îdeolojî û felsefe bi pêş xist. Dozên mirovî lêkolîn kir. Ev kesayet barên çiya hilnagirin hilgirt û ji bo azadiya tevahî mirovahiyê têkoşîn û li ber xwe da."

Semîner bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA