​​​​​​​Kremlîn: Kîev li pey êrişa li ser Moskovê ye

Rûsyayê Ukrayna tawanbar kir ku li pey bombebarankirina Moskovê ye. Berpirsên Ukraynayê ev tawan red kir.

​​​​​​​Kremlîn: Kîev li pey êrişa li ser Moskovê ye
30 gulan, 2023   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov ên biçek vê sibehê li paytexta Rûsyayê Moskovê avahî bombebaran kirin. Şaredarê Moskovê got ev êrişa duyemîn e ku li ser bajar tê kirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, Kîev bi bombebarankirinê tawanbar kir û got: "Êrişa ji aliyê Kîêvê ve hatiye kirin, careke din pêwîstiya berdewamkirina operasyona taybet destnîşan kir."

Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak jî ji kanala Breakfast Show a YouTubeyê re got: "Der barê êrişan de, helbet em bi dîtina wan kêfxweş in û hêviya zêdekirina êrişan dikin. Lê tu têkiliya me ya rasterast bi vê mijarê re nîn e."

Di 3'yê Gulanê de, Rûsyayê ragihandibû ku 2 dron li ser Kremlînê hatine xistin û Kîev tawanbar kir. Ukraynayê jî ragihand ku tu têkiliya wê bi êrişê tune ye.

Şeva duşemê Rûsyayê Kîev bombebaran kir, di encamê de bi kêmanî kesek hat kuştin.

Li gorî Associated Press, duh (duşemê) di saetên nîvro de Rûsyayê bi moşekên balîstîk Kîev bombebaran kir. Di saetên şevê de jî bi dronan û moşekên Kruz jî êriş pêk anîbû.

(bb)