​​​​​​​Beriya şewat bigihêje zeviyan hat vemirandin

Komîteya Rewşên Awarte bi hevkariya şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şewata li cihê gilêşê yê li Tirbespiyê, beriya bigihêje zeviyên çandiniyê yên li navçeyê vemirand.

​​​​​​​Beriya şewat bigihêje zeviyan hat vemirandin
30 gulan, 2023   12:05
QAMIŞLO

Danê nîvro agir bi cihê gilêşê yê li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantnona Qamişloyê ket. Komîteya Rewşên Awarte ya navçeyê bi hevkariya şêniyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya ku şewat bigihêje zeviyên çandiniyê yên li navçeyê, agir vemirand.

Cihê gilêşê di navbera gundên Şelomiyê û Mizgeftê de ye û 5 kîlometre li bakurê navenda navçeyê ye. Ew cih nêzî erdên çandiniyê ye ku niha berhem lê tên rakirin.

Komîteya Rewşên Awarte, şêniyên navçeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya ku karesatek çêbe û agir li zeviyên çandiniyê belav bibe, vemirand.

(fr/c)

ANHA