Jinên êzidî: Siyasetên li dijî Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in

Yekitiya Jinên Êzidî a Helebê hewldanên dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê şermezar kirin û destnîşan kir ku ev siyaset û siyasetên li dijî Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in.

Jinên êzidî: Siyasetên li dijî Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek in
30 gulan, 2023   12:02
HELEB

Bertekên li dijî hewldanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 11 roj in ji aliyê artêşa Iraqê ve dewsam dikin, berdewam in. Penaberên Mexmûrê li hember wan hewldanan di nava berxwedanê de ye.

Têkildarî mijarê, Yekitiya Jinên Êzidî-Nivîsgeha Helebê daxuyaniyek da.

Endama yekitiyê Rîma Sîdo bi beşdariya dehan endamên yekitiyê daxuyanî xwend. Rîma got ku siyaseta li dijî gelê Kurd û çar parçeyên Kurdistanê, gefan li ewlehiya cîhanê dixwin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku artêşa Iraqê hewl dide wargehê bi têlan dorpêç bike û nuqteyên çavdêriya leşkerî li dora wargeha ku tê de 12 hezar welatiyên ji herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê hene, deyne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku siyaseta li dijî Mexmûr, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, yek e.

(fr/c)

ANHA