​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê alavên taybet ên jinan jî kontrol dikin

Hêzên hikumeta Şamê ku ambargoyeke giran li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, li bendên kontrolê yên li têketina her du taxan dest bi kontrolkirina çente û alavên taybet ên jinan jî kir.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê alavên taybet ên jinan jî kontrol dikin
25 gulan, 2023   11:59
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

10 meh e hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê giran kiriye. Hikumeta Şamê ji Nîsana borî ve li deriyên têketin û derketinê yên her du taxan bendên kontrolê zêde kirine.

Di demên dawîn de endamên hêzên hikumeta Şamê li bendên kontrolê çente û alavên taybet ên jinan jî kontrol dikin.  

Di serî de jinan, şêniyên her du taxan bertek nîşanî vê kiryarê da û wek kiryareke derexlaqî û binpêkirina mafên jinan wesif kir.

Jineke ji Eşrefiyê li ser kiryarên hikumeta Şamê yên kontrolkirina alavên jinan got: "Ev kiryar derexlaqî ne. Leşkerekî çenteyê min ê taybet kontrol kir. Qey fedî nemaye."

Xwendekareke Zanîngeha Helebê jî diyar kir ku leşkerên hikumetê çenteyê wê kontrol kir û wiha got: "Dema ji zanîngehê vedigeriyam, çenteyê min ê pirtûkan û alavên min ên taybet kontrol kirin. Vê sînorê şermê derbas kiriye. Divê dev ji vê zîhniyeta derexlaqî berdin.”

(bb)

ANHA