Wergirtina genim dest pê kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

Wergirtina genim dest pê kir
Wergirtina genim dest pê kir
Wergirtina genim dest pê kir
Wergirtina genim dest pê kir
25 gulan, 2023   11:01
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

22'yê Gulanê embarên Rovî û Çelebiyê yên kantona Kobanê ya herêma Firatê hatin vekirin û di 23'yê Gulanê de dest bi wergirtina genim kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Gulanê de buhayên kirîna genim û ceh ji cotkaran, diyar kirin. Li gorî biryarê toneke genim bi 430 dolarî ye û ceh bi 350 dolarî ye.

Li herêma Firatê 4 embar; Rovî, Çelebiyê, Kalta û Sirîn hene. Embara Sirînê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de xisar ditîbû, piştî 9 salan careke din ket xizmetê.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sala 2019'an, tevahî embarên kantona Girê Spî (Mişêrfê, Eyn Îsa û Qizelî) ji xizmetê derketin. Ji ber vê yekê cotkarên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê berhemên xwe dibin embarên li Reqa û Kobanê.

(bb)

ANHA