​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

51 cangoriyên azadiyê yên di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, li Tirbespiyê hatin bibîranîn.

​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​51 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
25 gulan, 2023   10:59
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê merasîmê bîranîna 51 şehîdên ku di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de li deverên cuda şehîd bûne, li dar xist. Merasîm li hola PYD'ê ya navçeyê bi beşdarbûna bi sedan kesî hat lidarxistin.

Di merasîmê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de hatin guhdarkirin û sînevîzyona wêneyên 51 şehîdan hat pêşandan.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî.

Hesen Ubeyd bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemê keda şehîdan e."

Hesen bang li şêniyan kir ku xeta şehîdan bişopînin û xeyalên wan bi cih bînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên 51 şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin.

(bb)

ANHA