Feleknas Ûca: Ev hilbijartina hesabpirsînê ye

Parlamentera HDP`ê Feleknas Ûca diyar kir ku dê gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirinê, şer û tunekirinê bersiva herî mezin di 28’ê Gulanê anku tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de bide desthilata Tirk.

Feleknas Ûca: Ev hilbijartina hesabpirsînê ye
25 gulan, 2023   00:16
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 14’ê Gulanê hilbijartinên parlamentoyê û yên serokkomariyê pêk hatin lê ji ber ku tu namzetekî serokkomariyê bi ser neket, dê tûra duyem a hilbijartinên serokkomariyê di 28`ê Gulanê de pêk werin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ajansa me re axivî. Ûca got hemû nîjadperest li dijî Kurdan bûne yek lewma divê her kes raya xwe ji bo têkçûna faşîzmê bide.

‘BERSIVDAYÎNA HERÎ MEZIN DÊ DI 28’Ê GULANÊ DE BE`

Feleknas Ûca bal kişand ser girîngiya tûra duyem a hilbijartinan û anî ziman ku ev hilbijartineke dîrokî ye, lewma di tûra yekemîn de gelek dek û dolab, zordarî û astengî hatin kirin. Feleknas Ûca got: “Ji vê desthilatê re êdî bes e. Vê desthilatê li dijî destkeftiyên gelê Kurd hemû êriş kirin, astengî derxistin, gef û siyaseta şer li dijî Kurdan meşandin. Herî dawî piştî 14’ê Gulanê ev 2 car e êrişî Şengalê dikin. Dîsa wezîrê karên hundir ê Tirk gef li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Şengalê xwarin. Niha hewl didin Mexmûrê dorpêç bikin. Ev li ser daxwaza Tirkiyeyê ye. Ev hemû bûyer ne tesaduf in. Ji ber wê, ev hilbijartin hilbijartineke hesabpirsînê ye. Li dijî van siyasetan bersivdayîna herî mezin e.”

‘HEMÛ NÎJADPEREST LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ BÛNE YEK’

Beriya tûra duyemîn a hilbijartinan dîsa dewleta Tirk dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye.

Feleknas Ûca ev êriş û operasyon wiha nirxandin: “Her roj gelek kesan destgîr dikin û digirin. Li Bakurê Kurdistanê dîsa operasyonên qirkirina siyasî dan destpêkirin û gelek endamên rêxistinên me têne destgîrkirin. Bi vê siyasetê dixwazin gel çavtirsandî bikin û siyaseta xwe bidin ferzkirin. Ev hilbijartin di navbera faşîzm û demokrasiyê de ye. Lewma hemû nîjadperestên dijminatiya Tevgera Azadiyê dikin, bûne yek. Ji bo vê hemû kes ji bo hilweşandina vê faşîzme divê herê ser sindoqan.”

‘BILA HER KES DENGÊ XWE BIDE’

Parlamenter Feleknas Ûca anî ziman ku tu wextî li Tirkiyeyê di kampanyaya hilbijartinan de ew qasî zimanekî xirab û provokatîf nehatiye xebitandin û got: “Cara yekemîn e bi heqaretên mezin, gotinên giran xebatên hilbijartinan hatine meşandin. Bêhiqûqî û bêadaletî neket rojeva wan. Di mîtîngên xwe de li ser dijminatiya xwe ya li dijî Tevgera Azadiyê ketin pêşbirkê. Wekî ku ev xebatên hilbijartinê di navbera Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de tê meşandin, nîşan dan.  Em bang li gelê xwe dikin ku hemû herin ser sindoqan û raya (deng) xwe bidin û 28`ê mehê vê hişmendiya faşîzan têk bibin.”

ANHA