​​​​​​​Xebatên avakirina Mizgefta Mezin a Reqayê berdewam in

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, xebatên ji nû ve avakirina mizgefta herî mezin li bajêr didomîne. Di mizgeftê de gelek beş, minare û qube hene.

​​​​​​​Xebatên avakirina Mizgefta Mezin a Reqayê berdewam in
25 gulan, 2023   01:34
REQA-EHMED EL ESAF

Mizgefta Mezin yan jî Mizgefta El Hemîdî li Reqayê mizgefta herî mezin e. Dîroka avakirina wê vedigere 125 sal beriya niha. Dema çeteyên DAIŞ`ê bajêr kontrol kiribû, mizgeft bi temamî wêran bûbû.

Mizgefta Mezin li Reqayê Kevnar e. Di navbera kolana El Mensûr, Seyfudewle, sûka Qiwetlî û muzexaneya Reqayê de ye. Ji ber girîngiya wê, Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan di 21`ê Îlona 2022`yan de dest bi sererastkirina mizgeftê bi şêwazeke mîmarî ya nûjen kir.

/kr/uploads/files/2023/05/24/185255_-2.webp

Welatiyê bi navê El Hac Ebdulqadir Heco (60) yê ji Reqayê got: “Mizgeft li ber dilê me biha ye. Ji dema biçûk bûm, min tê de nimêj dikir. Me dersên olî tê de dibir û qurban ezbar dikir.”

Heco diyar kir ku piştî rizgarkiirna bajêr, dîtin ku mizgeft bi temamî wêran bûye û ji bilî minareyê kevirek li ser kevir nemaye.

Heco hewldanên Meclisa Sivîl a Reqayê yên ji bo ji nû ve avakirina mizgeftê silav kir û hêvî kir ku mizgeft di demeke nêz de deriyên xwe li pêşiya nimêjkeran vebibe.

/kr/uploads/files/2023/05/24/185241_-.webp

Çavdêrê projeya ji nû ve avakirina mizgeftê, Salih El Hemîd got: “Ji bo xelkê bajêr, mizgeft xwedî girîngiyeke mezin û sembolîk e. Ji ber wê me dest bi vê projeyê kir.”

Salih El Hemîd behsa hin detayên avakirinê kir û got: “Em plansaziya ji nû ve avakirina mizgeftê danî. Lêçûa wê 600 hezar dolar e. Me hin guhertin di heykelê mizgeftê de çêkir. Jêrzemîn, qata yekemîn û duyemîn heye. Li rex minareya dîrokî, 4 minare, bi bilindbûna 40 metreyan hene. Qubek bi dirêjahiya 14 metreyan, 4 qubeyên şaxî hene. Di beşa duyemîn de jî 9 qubeyên osmanî hene.”

El Hemîd destnîşan kir ku holek ji bo ezberkirina qurbanê, holek ji bo sersaxiyê û şûştima miriyan di nava mizgeftê de hene.

Çaverê yak u xebatên avakirinê di 8 mehan de bi dawî bibin.

(dm/şx)

ANHA