Cotkarên Girê Spî wê berhemên xwe bibin Reqa û Kobanê

Depoyên genim ên li Girê Spi di topbarana dewleta Tirk a dagirker de xirab bûne, lewma cotkarên herêmê wê îsal berhemên xwe bibin depoyên li Reqa û Kobanê.

Cotkarên Girê Spî wê berhemên xwe bibin Reqa û Kobanê
24 gulan, 2023   13:52
EYN ÎSA

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de, depoyên dan ên kantona Girê Spî; depoyên Mişrefe Eyn Îsa-Qez Elî êdî gihaşt rewşekê ku nayên bikaranîn, aliyên têkildarî perspektîf dan cotkarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê ku berhemên xwe bibin navendên li Reqa û Kobanê.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re, aliyên têkildar 3 navend li Reqa û Kobanê amade kirin. Her wiha dûrbûn û nêzbûna rê di ber çavan re derbas kirin ji bo ku lêçûna veguhastinê li ser cotkaran sivik bikin. Ji bo wê ji bo cotkarên gundewarê Silûk û Hîşe navenda El Kalta ya rojhilatê Reqayê, ji bo cotkarên Eyn Îsa û gundên derdorê û navçeya Cirin navenda Celebiye ya başûrê Kobanê û navenda Selhebiye yê bakurê Reqayê veqetandin.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Girê Spî rûbera ruxsetkirî ku bi ceh û genim li kantona Girê Spî hatine çandin 19 hezar hiktar avî û zêdetirî 31 hezar hiktar bejî ye. Ev zevî li navçeya Cirin, Eyn Îsa, Silûk û Hîşe ne.

(dm/şx)

ANHA