Îsrail bersiva erişên ji aliyê Sûriyeyê ve da

Artêşa Îsraîlê, bersiv da jêderên guleyan ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatine avêtin.

Îsrail bersiva erişên ji aliyê Sûriyeyê ve da
24 gulan, 2023   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê, bi çekên giran navendên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li nêzî sînorên Colanê topbaran kiriye. Lê tu agahiyên der barê kuştiyan de nehatin bidestxistin.

Li gor SOHR`ê, ji aliyê Sûriyeyê ve gule li balafireke bêrmirov a Îsraîlê hatibû avêtin ku li asîmanê sînorên bi Colanê re difriya. Ji ber wê Îsraîlê topbaran kiriye.

Rojnameya Jerusalem Post ku agahiyên xwe dispêre berdevkê artêşa Îsraîlê, bi bîr xist ku ji aliyê Sûriyeyê ve gule li balafireheke bêmirov a Îsraîlê hatibû avêtin.

Hemwextî daxuyaniyên fermandarên artêşa Îsarîlê yên der barê tevgerên Hizbullahê li Sûriye û Lubnanê û gefên Til Evîvê girêdayî hedefgirtina navendên nukleerî yên Îranê, ev bûyer qewimî.

(şx)