Ji Minbicê dorpêça li ser niştecihên kampa Mexmûrê hat şermezarkirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbic û gundewarên wê dorpêça artêşa Iraqê ya li dijî kampa Mexmûrê ku bi hezaran penaber lê bi cih dibin, şermezar kir û daxwaza bidawîkirina dorpêçê kir.

Ji Minbicê dorpêça li ser niştecihên kampa Mexmûrê hat şermezarkirin
24 gulan, 2023   12:58
 MINBIC

Şêx û rûspiyên eşîran têkildarî mijarê li pêşiya Meclisa Rûspiyan a li bajarê Minbicê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şêx Sadiq El Isêdî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiriyarên dermirovî yên arêtşa Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev dorpêç pêkanîna siyaseta aliyên derve ye.

Bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mirovî û hiqûqî û NY`yê hat kirin ku dorpêça li ser niştecihên kampê bi dawî bike, da ku vegerin jiyana xwe ya asayî.

(c)

ANHA