50 penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatin dersînorkirin gihîştin herêmê

7 malbatên penaber ên sûriyeyî ku ji Lubnanê hatin dersînorkirin, gihîştin Reqayê. Malbatan diyar kir ku Rêveberiya Xweser ew pêwşazî kirine û hemû pêdiviyên wan bi cih tîne.

50 penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatin dersînorkirin gihîştin herêmê
24 gulan, 2023   12:51
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina penaberên li Lubnan û Sûdanê beyannameyek eşkere kiribû û diyar kiribû ku ew amade ye wan pêşwazî bike û destekê bide wan.

Duh 7 malbatên penaber ên ji 50 kesan (jin û zarok jî di nav de) pêk dihatin, gihîştin kampa Hikumiyê ya li gundewarê bakurê Reqayê. Piraniya wan penbaran ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ne.

Malbata me bi penaberên ku ji Lubnanê hatine dersînorkirin re hevdîtin kir. Hemed Şêx got ji dema ku herêmên wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, ew tevî malbata xwe koçberî Lubnanê bû û li wê derê bi cih bû û wiha dom kir: “Piştî ku em li wir bi cih bûn, artêşa Lubnanê dest bi dersînorkirina penaberên sûriyeyî kir. Me hemû tiştên xwe li dû xwe hiştin û hatin, 12 pezên min hebûn, min nikarî bifiroşim jî. Ji bilî cilên li ser me, nehiştin em tiştekî bi xwe re bînin.”

Şêx destnîşan kir ku wan berê xwe daye herêmên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Reqayê ew pêşwazî kirine û hemû pêdiviyên wan peyda kirine. Ew niha li kampa Hikumiyê a li bakurê Reqayê dimînin.

Ayşe Xelîl jî anî ziman ku ew 12 sal in tevî malbata xwe ya ji 9 kesan li Lubnanê dijî, lê artêşa Lubnanê bi ser kampa ku lê dimînin de girt û ew ji nişke ve dersînor kirin. Ayşe dibêje: “Me li wir kar dikin, hîna me heqdestên xwe nestandibûn, em hatin dersînorkirin.”

Ayşe, dan û standina xirab a artêşa Lubnanê li hember penaberên sûriyeyî şermezar kir û got: “Piştî ku êvarê bi ser me de girtin, ez û malbata min derxistin derveyî sînorên Lubnanê.”

Ayşe bal kişand ku artêşa Lubnanê çi penaberê sûriyeyî bigire, bêyî ku şert û mercên wî yan jî eger ji aliyê hikumeta Şamê yan ji bo xizmeta leşkertiyê tê xwestin an na, yekser wî dersînor dike.

Endamên komîna kampa Hikumiyê jî destnîşan kirin ku Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Kar û Barên Civakî dê hemû pêdiviyên malbatên hatine herêmê pêşwazî bikin.

(c)

ANHA