Ji ber bihabûna sotemeniyê sûriyeyî bi hêrs in

Li kêleka rewşa debarê ya zehmet a li herêmên hikumeta Şamê, Wezareta Bazirganiya Hundirîn a hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê ji sedî 20 bilind kir ku ev jî bû sedema bertekên gel.

Ji ber bihabûna sotemeniyê sûriyeyî bi hêrs in
24 gulan, 2023   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê duh biryara bihakirina benzîn, gaza malan û ya endustriyê da.

Di biryarê de ku wezaretê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, buhayê cera gaza malan ya bi rêya ′karta zekiyê′ tê belavkirin, li şûna 9 hezar û 700 lîreyên Sûriyeyê, bû 15 hezar lîre.

Wezaretê buhayê cera gaza malan a serbest anku ya derveyî ′karta zekiyê′ li şûna 30 hezar û 600 lîreyî, kir 50 hezar lîre.

Her wiha buhayê cera gaza endustriyê jî li şûna 40 hezar lîreyî, bû 75 hezar lîre.

Her wiha ev bû cara sêyemîn di navbera 6 mehan de wezaret buhayê benzînê bilind dike. Benzîna oktan 95 li şûna 5 hezar û 750 lîreyî, bû 7 hezar û 600 lîre.

Sûriyeyên li herêmên serweriya hikumeta Şamê li hember vê biryarê bi hêrs in û diyar dikin ku ji ber vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî û “mizgîniyên normalîzekirinê” ev yek pêk hat. Her wiha welatiyan ev biryar şermezar kir û got li gel rewşa debarê ya zehmet û nebûna zêdebûna mûçeyên karmendan ku zêdetirî 150 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas nake, ev biryar hate dayîn.

Ji ber bertek û hêrsa gel a li hember vê biryarê, wezaretê nûçeyên li ser vê mijarê qedexe kirin.

Rojane welatiyên li herêmên serweriya hikumeta Şamê li hember van biryaran matmayî dimînin û êş û azarên wan zêdetir dibin. Di heman demê de hikumeta Şamê xwestekên gel ên başkirina rewşa debarê û bilindkirina mûçeyên karmendan, karkeran, piştgiriya madeyên bingehîn û danîna sînordarkirina bilindbûna van buhayan, didomîne. Her wiha bazirgan û xwediyên dikanan jî pabendî buhayên hikumeta Şamê nabin.

(fr)