Hewldanên nû yên têkildarî nêzîkbûna Şam-Enqereyê

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker hewldanên nû yên ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re eşkere kirin.

Hewldanên nû yên têkildarî nêzîkbûna Şam-Enqereyê
24 gulan, 2023   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu got komîteya amadekirina nexşerêya normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê dê civîna xwe di çend rojên pêş de li dar bixe.

Li gorî ajansa TAS a Rûsyayê, Çavuşoglu got: “Biryara avakirina vê komîteyê di civîna li Moskovê de hat dayîn. Ji aliyê me ve dê cîgirê wezîrê karên derve Burak Akçapar, nûnerên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir û îstixbaratê tev lê bibin. Dê komîte çaralî be û di rojên pêş de civîna xwe li dar bixe û dest bi danîna nexşerêyê bike.”

10`ê Gulanê li Moskovê di navbera wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de ji bo nêzîkirina Şam-Eneqreyê dan û standin hatibûn kirin.

Beriya niha jî wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gotibû “heta Tirkiye xaka me dagir dike, em ê têkiliyan pê re normalîze nekin”. Dewleta Tirk a dagirker jî vekişîna ji Sûriyeyê red dike.

(c)