Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya xelkê Kampa Mexmûrê kir û hewldanên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina kampê, red kirin.

Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê piştgiriya berxwedana xelkê Kampa Mexmûrê kir
22 gulan, 2023   17:13
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê derketin xwepêşandanê û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û bang li NY`yê kir ku yekser destwerdanê bike.

Xwepêşdan ji pêşiya Navenda Yekitiya Ciwanan a rojavayê navçeyê dest pê kir. Ciwanan, pankarên “Em berxwedana xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li Mexmûrê silav dikin” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Xwepêşdan li sûka navendî rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rexed El Hisên daxuyanî xwend û got: “Niştecihên Kampa Mexmûrê piştî hewldanên dorpêçkirin û têlkirina kampa wan ji aliyê artêşa Iraqê ve, bi fikar in. Beriya 30 salî, di encama siyasetên qirkirinê yên desthilata Tirkiyeyê de, niştecihên vê kampê ji cih û warên xwe koçber bûn û li kampê bi cih bûn.

Em teqezî bi serdestiya Komara Federal a Iraqê û mafê wê ya xwezayî di pêkanîna ewlehiyê de dikin û di heman demê de bang lê dikin ku vîna niştevihên kampê ku dixwazin li gorî rêgez û qanûnên mafên mirovan bijîn, di ber çavan re derbas bike.

Ev kiryar, tenê tundiyê zêde dike û xizmeta siyasetên dewleta Tirk a dagirker dike ku eşkere behsa projeya xwe ya dagirkirina Sûriye, Musil û Kerkûkê kir. Em bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî dikin ku bibin dengê heqê û wan koçberan û berpirsyariyên xwe bînin cih.”

TIL HEMÎS

Bi dehan endamên saziyên sivîl li pêşiya avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kom bûn û alên PYD, ciwanên şoreşger û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşdandêran heta qada serdozgeriya giştî meşiyan. Li wir endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihemed El Salim axivî û êrişên hikumeta Iraqê li dijî koçberên Kampa Mexmûrê şermezar kir.

El Salim got ew piştgiriya niştecihên kampê û berxwedana wan dikin û bang li NY`yê kir ku demildest kiryarên hikumeta Iraqê rawestîne ji ber ku kamp di bin çavdêriya wê de ye. 

(dm/şx)

ANHA