Şêniyên Hesekê û Kobanê cenazeyên 2 şehîdan oxir kirin

Şêniyên Hesekê û Kobanê cenazeyên 2 şervanan oxir kir û gotin dê şopdarên rêya şehîdan bin ta ku serkeftin pêk were û axa dagirkirî rizgar bibe.

22 gulan, 2023   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û Leşkerî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Omer (Kendal Koçer) bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Guljîn wiha domand: “Şehîdan li hember dijminan li ber xwe da ji bo ku ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk were. Bi saya vîn û îradeya wan, me gelek destkeftî li herêmê bi dest xist.”

Guljîn di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan da ta ku armancên ji bo wan şehîd bûne, pêk werin.

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen axivî û got: “Em dev ji berxwedana xwe ya li hember dijminan bernadin ku hewl didin axa me dagir bikin. Soza me daye şehîdên xwe, em naşikînin, em dê berxwedanê mezin bikin heta ku axa dagirkirî rizgar bikin.”

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd Ehmed Omer xwend û radestî malbatê kir. Dûre girseyê cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd namirin” de spart axê.

Her wiha şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îsmaîl El Ceaîr (Serbixwîn) ê ku di 20`ê Gykabl de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya başûrê bajêr veşart.

Endamên saziyên sivîl û partiyên herêma Firatê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê ya herêma Firatê Kawa Qeremox axivî û got: “Ji destpêka şerê li dijî herêmê ve, şehîd Serbixwîn li hember terorê tê dikoşe û hertim moral dida me.”

Her wiha endama Kongra Star Lutfiye Silêman berxwedana şehîd Îsmaîl û tevahî şehîdan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û destnîşan kir ku dorpêçkirina Kampa Mexmûr şerekî nû ye.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre şêniyan cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmên “şehîd namirin” de veşart.

(dm/şx)

ANHA