Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê

Şêniyên Hesekê bi meşekê piştigirî da berxwedana mexmûriyan û bang li hikumeta Iraqê kir ku nekeve xefika siyasetên dewleta Tirk a dagirker.

Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
Li Hesekê meşa piştgiriya Mexmûrê
22 gulan, 2023   11:32
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" bi sedan şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana penaberên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek li dar xist. Meş li dijî hewldanên dorpêçêkirin û têlkirina wargehê ji aliyê artêşa Iraqê ve, hate lidarxistin.

Meşê li Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecirê ya Hesekê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" hildan.

Li Çerxerêya Serhed a li taxa El Mifî meş vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Remedan Fetah axivî. Fetah îşaret bi armanca hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê kir û wiha got: "Armanca hikumeta Iraqê ji vê yekê niştecihên Mexmûrê asteng bike û vîna wan têk bibe. Mexmûrî serî ji siyasetên hikumetê û siyasetên PDK′ê re natewînin. Ji ber ku di êrişa çeteyên DAIŞ′ê ya 2014′an revîn Hewlêrê."

Fetah wiha domand: "Ne ji berxwedana welatiyên Mexmûrê ya li dijî DAIŞ′ê bûya, dê DAIŞ′ê rûberên fireh ên xaka Iraqê dagir bikira û bigihîşta Hewlêrê."

Fetah got artêşa Iraqê û PDK′ê bersiv da welatiyên Mexmûrê yên li dijî DAIŞ′ê sekinîne û wiha pê de çû: "Piştî vê berxwedanê îro hikumeta Iraqê wargehê dorpêç dike û PDK siyasetên xwe pêk tîne."

Fetah bang li hikumeta Iraqê û artêşa Iraqê kir ku nekevin xefika siayseta dewleta Tirk a dagirker a xwe dispêre qirkirinê. Fetah berxwedana mexmûriyan silav kir û got welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê didin berxwedana wan.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA