​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e

Bertekên li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê zêde dibin. Li Qamişloyê bi dirûşma "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" meşek hate lidarxistin.

​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
​​​​​​​Li hember hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê gel bi hêrs e
22 gulan, 2023   12:20
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê li hember hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê û têlkirina wê meşek li dar xist.

Meş li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir. Di meşê de nûnertên TEV-DEM′ê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî amade bûn û pankartên "Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin" hildan.

Li pêş Şaredariya Gel a Qamişloyê meş veguherî mîtîngê. Li wir endamê rêveber ê Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan axivî û fedakariyên gelê Kurd û berxwedana wî ya li dijî hewldanên qirkirinê pîroz kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi bin ket, nekarî vîna HPG′ê têk bibe û siyasetên xwe li dijî Şengalê pêk bianiya.”

Ebdulkerîm Sarûxan îşaret bi binketinên siyaseta Erdogan kir û wiha domand: "Erdogan di hilbijartinan de hewl da ji nû ve hegemonyaya xwe ferz bike û serdema xîlafeta xwe ya xwînrij nû bike.”

′ÇARENÛSA ME YEK E′

Têkildarî bûyerên li Wargeha Mexmûrê û hewldanên dorpêçkirinê rû didin jî got: "Sekna me ya îro li vir, ji hikumeta Iraqê, PDK′ê û dewleta Tirk a dagirker re peyam e ku em xwedî li berxwedana niştecihên Mexmûrê derdikevin û çarenûsa me yek e."

Sarûxan bang li hikumeta Iraqê kir ku li gorî biryarên NY′yê yên parastina mafên penaberan tev bigere û wiha dawî li gotina xwe anî: "Diviyabû hikumeta Iraqê bi rêya diyaloga aştiyane, ne bi çek û cebilxaneyê, pirsgirêk çareser bikira."

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman jî berxweana ku welatiyên Mexmûrê nîşan didin silav kir û got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişt wan e û divê berxwedan li hember hewldan û planên li dijî xak û gelê Kuridstanê bilind be.

TIL BIRAK

Meclisa navçeya Til Birakê ya Qamişloyê jî bi daxuyaniyekê hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kirin.

Endamê rêveber ê meclisê Wenas El Ebdullah daxuyanî xwend û wiha got: "Li ser navê Meclisa Navçeya Til Birakê û saziyên wê, em biryara hikumeta Iraqê ya têlkirinê şermezar dikin. Ji ber ku ruxmî şênî li hember wê disekinin û nahêlin ev biryar pêk were, ew hewl didin wargehê dorpêç bikin. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku diyalogê pêk bîne.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_P1d28uRm4U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>