​​​​​​​Li Parîsê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û li dijî dorpêça li ser Mexmûrê

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina dorpêçkirina Mexmûrê li Parîsê çalakiyek li dar xist.

​​​​​​​Li Parîsê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û li dijî dorpêça li ser Mexmûrê
22 gulan, 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) danê sibehê li paytexta Fransayê Parîsê hatin cem hev û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.

Di daxuyaniya TCŞ’ê de hate diyarkirin ku Rêber Ocalan îradeya gelê Kurd e û heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were, ew ê berxwedanê geş bikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger hewldana dorpêçkirina Mexmûrê jî şermezar kir.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Mexmûrê!”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe!” û “Bimire Xiyanet!” bi dawî bû.