​​​​​​​‘Bi dorpêçê nikarin berxwedana me têk bibin’

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê diyar kir ku bi êrişan û dorpêçê nikarin berxwedan û vîna wan têk bibin.

​​​​​​​‘Bi dorpêçê nikarin berxwedana me têk bibin’
​​​​​​​‘Bi dorpêçê nikarin berxwedana me têk bibin’
​​​​​​​‘Bi dorpêçê nikarin berxwedana me têk bibin’
​​​​​​​‘Bi dorpêçê nikarin berxwedana me têk bibin’
21 gulan, 2023   00:20
ŞEHBA

Hemîde Şêxo diyar kir ku di hundirê kampan de li ber xwe didin û wiha got: "Em bi rihê jinên Efrînê li ber xwe didin. Em koçberên Efrînê bi yekbûna xwe li hember her zehmetiyekê li ber xwe didin. Dorpêç û êriş nikarin berxwedana me têk bibin. Me her tişt di ber çavan re derbas kir, ji ber ku hedefek me heye ew jî vegera li Efrînê ye.

Heya em venegirin Efrînê êşa me rehet nabe."

Her wiha koçberê bi navê Mihemed Îbrahim jî diyar kir ku berxwedana gelê Efrînê ya di hundirê kampan de ruxmî dorpêçê jî, tenê ji bo vegera li warê xwe ye. Îbrahim wiha axivî: "Zehmetiya me tenê ji hêla jiyanî ye û dermanan e, lê em li vir ji bo ku em vegerin Efrînê, em ê li vir têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin."

Her wiha koçbera bi navê Fîdan Xelîl jî da zanîn ku koçberên Efrînê li kampan li ber xwe didin, da ku vegerin cih û warên xwe û wiha got: "Rejîm çi bike bila bike, ev dorpêç nikare vîna me bişikîne. Li hember berxwedana me çi astengî hebe em ê derbas bikin. Em ê di germa havînê û sermaya zivistanê de jî ji bo Efrînê li ber xwe bidin."

(zş)

ANHA