Meclisa Malbatên Şehîdan kongreya xwe bi dawî kir

Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina hevseroketiyê û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan kongreya xwe bi dawî kir
18 gulan, 2023   21:04
HESEKÊ

Vê sibê 1'emîn Kongreya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya Hesekê û bi dirûşma "Bi ruhê şehîdan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş bixin û azadiya Rêber Apo pêk bînin" li dar ket.

Di kongreyê de nêzî hezar nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji hemû pêkhateyên herêmê beşdar bûn. Her wiha endama fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asye Ebdullah û hevseroketiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed û Xerîb Hiso, beşdar bûn.

Piştre, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şehîdan ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Mahsûm Hesen ve hatin xwendin.

Her wiha bi navê hevseroketiya PYD'ê Asye Ebdullah, hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid, fermandariya giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed û bi navê Kongra Star endama koordînasyonê Remziye Mihemed, peyam hatin xwendin.

Beşdaran rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kir û bendên wê erê kir.

Dûre, kongre bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji bendên encamnameyê yên herî girîng;

Meclisa Malbatên Şehîdan Rêber Apo, rêberê konfedraliya demokratîk dibîne û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê dikoşe.

Meclisê li ser têgeha neteweya demokratîk “biratiya gelan” ava dibe û armanc dike ku têkiliyên malbatî li gorî nirxên exlaqî û siyasî yên civakê bin.

Hemû endamên meclisê, tev li perwerdeyên girtî dibin û fikrê perwerdeyê di nava malbatên şehîdan de belav dikin.

Lidarxistina dewreyên pîşeyî û ziman ji bo zarokên şehîdan di havînê de.

Lidarxistina çalakiyên cihereng ji zarokên şehîdan re.

Sekna li hember hemû êrişên li dijî Rêveberiya Xweser erka Meclisa Malbatên Şehîdan e.

Çareserkirina pirsgirêkên malbatên şehîdan ên bi saziyên din re li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, erka meclisê ye.

Di dawiya kongreyê de, Rêzan Gulo û Fatme Mihemed ji bo hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin.

(mh/şx)

ANHA