Dema çinîn û amadekirina Firîk

Bi nêzîkbûna mewsima çinîna genim re, gelek malbat ji nava zeviyan firîk diçinin û piştî amadekirinê jî depo dikin.

Dema çinîn û amadekirina Firîk
Dema çinîn û amadekirina Firîk
Dema çinîn û amadekirina Firîk
Dema çinîn û amadekirina Firîk
Dema çinîn û amadekirina Firîk
Dema çinîn û amadekirina Firîk
19 gulan, 2023   06:29
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Firîk ku piştre dibe xwarin jî, ji genimê kesk çêdibe. Dema ku simbil kesk dibe û beriya ku hişk bibe, tê qelandin û libên wê wekî libên savarê dimînin.

Li gorî Rêxistina “Slow Food” a têkildarî belgekirina xwarinên xwecih ên gelan "Dîroka keşifkirina firîkê vedigere beriya zayînê 2300’an, dema ku xelkê gundekî nêzî Deryaya Spî û zeviyên genim şewitandin da ku xwe ji êrişkaran biparêzin. Piştre xelkê gund simbilên genim ên şewitandî hêrandin û dîtin ku ji ber şewatînê geş bûye. Bi vê yekê hilberandina firîkê keşif bû.

Li gelek welatên Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê, bi taybet Sûriye, Misir û Lubnanê xwarina firîkê berbelav e û bi rengên cuda tê çêkirin. Hinek li ber goşt datînin, hinek li sebze û hinek wekî şorbeyê dikelînin û datînin ser sofreyê.

FIRÎK ÇAWA TÊ ÇÊKIRIN?

Cotkar simbilên genim ên kesk û ter diçinin û rojekê li ber germahiyê datînin, piştre bi qefilan bi agir dişewitînin û piştre dihêrin û libên wê li ber tavikê zuha dikin. Piştre di odeyeke tarî de tê depokirin da ku rengê xwe yê kesk û tama xwe biparêze, paşê kapekê jê digirin.

Firîk xwarineke tendurist e, tê de vîtamîna B6, kalsiyûm, hesin, zinc, magnezyûm, fosfor, sifir û madeyên antîoksîdan hene.

Mîna gelek malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jina bi navê Emel Mihemed Hisên a ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê jî bi hevkariya hevjînê xwe Silêman Ebod firîkê ji bo zivistanê depo dike.

Emel Hisên diyar kir ku wan ev xwarin ji pêşiyên xwe wergirtiye û anî ziman ku hinek malbat ji bo pêkanîna debara xwe firîkê amade dikin û difiroşin.

Ehmed Hisên da zanîn ku amadekirina firîkê karekî ne hêsan e, ji ber ku li ber tavê û agir tê hazirkirin û got: "Lê di her warî de xwarineke bêkêmasî ye. Ji ber vê yekê hêja ye ku mirov ji bo çêkirina wê kedê bide."

(bb)

ANHA