Di roja 4`an a Mîhrîcana Orkêş de 18 stranên nû û çanda herêmê hatin pêşandan

Di roja çaremîn a 2`yemîn a Mîhrîcana Mûzîkê ya Orkêş de gelek stran hatin pêşandan ku rastiya têkoşîn, çanda gelan û civakan nîşan didin.

Di roja 4`an a Mîhrîcana Orkêş de 18 stranên nû û çanda herêmê hatin pêşandan
Di roja 4`an a Mîhrîcana Orkêş de 18 stranên nû û çanda herêmê hatin pêşandan
Di roja 4`an a Mîhrîcana Orkêş de 18 stranên nû û çanda herêmê hatin pêşandan
Di roja 4`an a Mîhrîcana Orkêş de 18 stranên nû û çanda herêmê hatin pêşandan
14 gulan, 2023   16:59
 QAMIŞLO

Di roja çaremîn a 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş de  6 kom ji bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18 stranên şoreşgerî û ji kultura herêmê pêşandan.

Di vê rojê de, şênî û hezkiriyên mûzîkê bi girseyî, hunermendên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.

Koma Cûdî (Dêrik), Mûzîk me kom dike (Hesekê), Şoreş (Til Temir), Zîlan (Dirbêsiyê), Şehîd Xebat (Tirbespiyê) û Serhildan (Rimêlan) 18 stranên têkildarî şehîdan, çand û dîroka civata êzidî, berxwedana YJA-Starê, berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê û 10 stranên çanda herêmê di mîhrîcanê de pêşandan.

Mîhrîcan berdewam dike ku rojane saet di 02:00`an de destpê dike û saet di 05:00`an de diqede.

Çaverê ye ku mîhrîcan heta 16`ê Gulanê bi dawî bibe.

(dm/şx)

ANHA