​​​​​​​HDP: Bi manîpulasyonên têkildarî encamên hilbijartinê bawer nekin

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî got divê kes baweriyê bi manîpulasyonên têkildarî encamên hilbijartinê neyne.

​​​​​​​HDP: Bi manîpulasyonên têkildarî encamên hilbijartinê bawer nekin
14 gulan, 2023   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Tiryakî diyar kir ku daneyên ku Ajansa Anadolûyê (AA) ji saet 18.30’an ve eşkere dike, bi lez daketine xwarê û got: “Eger mirov daneyên ku AA’yê dane qebûl bike, AKP li Colemêrgê 3 parlamenteran derdixe.”

Tiryakî destnîşan kir ku li gorî daneyên di destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind de, rêjeya dengan a Kemal Kiliçdaroglu di ser sedî 47’an re ye, ya Erdogan jî sedî 46 e. Tiryakî diyar kir ku encamên heyî ne rast in.

Tiryakî anî ziman ku Ajansa Anadolu ku ajansa fermî ye dewleta Tirk e, mîna buroya propagandayê ya AKP’ê dixebite.