Li gundê Rêber Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk gelekî li pêş e

Li gundê Amara yê Rihayê ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, Partiya Çepên Kesk 201 deng û namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu jî 223 deng ferq avêt.

Li gundê Rêber Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk gelekî li pêş e
14 gulan, 2023   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hejmartina dengan berdewam dike. Encamên gelek sindoqên ku hejmartina dengan lê temam bû, hatin eşkerekirin.

Yek ji sindoqên ku hejmartina dengan lê bi dawî bûye jî gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ye ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Di sindoqa li Amarayê hate danîn de 361 hilbijêr hene û ji van 258 kesan deng dan.

Ji dengên hatin dayîn ên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê 201 deng Partiya Çepên Kesk, 14 AKP’ê, 11 CHP’ê, 6 Îyî Partiyê û 11 jî partiyên din wergirtin û 15 deng jî hatin betalkirin.

Ji 258 dengên ji bo hilbijartina serokkomariyê hatin dayîn jî 223 Kemal Kiliçdaroglu, 28 Tayîp Erdogan û yek jî Sînan Ogan wergirt. 6 deng jî hatin betalkirin.