Roja Zimanê Kurdî li Lubnanê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Lubnanê banga parastina çand û nasnameya kurdî bi rêya parastina ziman kir.

Roja Zimanê Kurdî li Lubnanê hat pîrozkirin
14 gulan, 2023   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Komeleya Çanda Civakî ya Newroz û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê bi boneya Roja Zimanê Kurdî ku 15`ê Gulanê ye, panelek li dar xist. Bi dehan kurdistayniyên li Lubnanê tev lê bûn.

Di panelê de, cîgira Seroka Komeleya Çanda Civakî ya Newroz Henan Osman axivî û behsa girîngiya ziman û rojnamegeriya kurdî û kovara Hawar kir û got: “Bi çewisandina kurdan, dixwazin çanda wan tune bikin.”

/ar/uploads/files/2023/05/14/143940_0000.webp

Endamê Meclisa PYD`yê Mehmûd Bekir axivî û got: “Ziman roleke girîng di hevgirtina civakî, parastina nasname û çanda kurdî de dilîze. Ew cureyeke parastina hebûnê ye.”

Di dawiya axaftinan de, koma Welatê Rojê stranên xwe yên têkildarî zimanê Kurdî pêşandan.

(şx)

ANHA